• DOLAR 32.455
  • EURO 34.829
  • ALTIN 2438.673
  • ...
 "Em bi çar çavan li benda bernameya mewlûdê bûn"
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Ji teref Platforma Evîndarên Pêxember ve li Qosera Mêrdînê bernameya "Fêmkirina Hz. Muhammed û Tetbîqkirina Jiyana Wî" hat tertîpkirin, kesên ku beşdarî bernamê bûn derbarê mijarê de hest û ramanên xwe anîn zimên.

Kesên ku beşdarî bernamê bûn hest û ramanên xwe û kêfxweşîyên xwe wisa anî zimên:

Hawa Tokaya :"Pêxemberê me, taca serê me û nûra çavê me ye. Em bo wî hatin. Hemd ji Xweda re ku em ji ummeta Hz. Muhammed in. Emê li vê derê Qur'anê dixwînin û selewatan tînin."

Zehra Yilmaz :"Mewlûda Pêxemberê me pir xweş e. Heta ku em sax bin bila bername bê tertîpkirin. Xweda qelebalixên wisa zêde bike. Ji Qur'an û selewatan û tekbîran xweştir tiştek tuneye. Em pir bextewar in."

Ehmed Îsmaîlê Sûrîyeyî: "Xweda ji wan kesên ku van bernameyan tertîp dikin razî be û xêrên wan qebûl bike. Gelo ji bernameya Hz. Muhammed aleyhîsselam xweştir tiştekî din heye? Ji ber ku ez beşdarî vê bernamê bûme gelekî kêfxweş im."

Hacî Şeyhmus Ayar: " Hemd ji Xweda re ku Pêxemberê me ji me re şand. Weke ku hûn dizanin li herêmê hişkesalî heyeç Em hêvîdar in ku Xweda rehma xwe bibarîne. Em ê tev li vê derê dia bikin û înşallah ew ê bên qebûlkirin."

Mihemed Seîd Talayhan: " Ji ber ku Xweda me kiriye ummeta Hz. Muhammed divê em gelek zêde şikir bikin. Mirin heye, divê em zêc û zarok di rêya Pêxemberê me de biçin. Bes rêyeke rizgarîyê heye, ew jî rêya Hz. Muhammed e."

Mihemed Elî Demîr: "Em beşdarî bernameya ku hat tertîpkirin bûn. Lewra em gelek zêde ji Pêxemberê me hez dikin. Beşdarbûna vê bernamê bo me muhîm e. Em ji Platforma Evîndarên Pêxember re teşekur dikin bo ku vê bernamê tertîp kiriye. Bernameyeke pir xweş bû. Em dixwazin ku bernameyên bi vî awayî zêdetir bên kirin."(ÎLKHA)





























Bu haberler de ilginizi çekebilir