• DOLAR 32.883
  • EURO 35.182
  • ALTIN 2450.326
  • ...
Di xwepêşanên li Xezzê de 31 kes şehîd bûn
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Li Filistînê xwepêşan û çalakîyên ku heftîya borî bi beşdarbûna xelkê Filistînî dest pê kiribû berdewam dikin. Li gelek deran di bergeha Meşa Mezin a Vegerê de xwepêşan tên lidarxistin. Siyonîstên îşxalker û çeteyên terorê îro jî bi çekan êrîşî xwepêşandaran kir. Di encama êrîşan de 31 Mislimanên Filistînî şehîd bûn.

Derbarê êrîşên ku tê de 31 kes şehîd bûn de ji teref Berdevkê Wezarea Tenduristîyê ya Filistînê  Dr. Eşref El-Kudra ve daxuyanîyek hat dayîn. Di daxuyanîya ku hat dayîn derbarê mijarê de hat destnîşankirin di êrîşan de tev de 2 hezar û 850 kes birîndar bûne û rewşa 79 kesan nebaş e.

El Kudra di berdewama daxuyanîya xwe de diyar kir di êrîşan de  Rojnamegerê Filistînî Yasîr Murteca jî  jiyana xwe ji dest daye.

Siyonîst di sala 1976an de li herêma Celîleya Filistînê dest danîn li ser 21 hezar donim axên Filistînîyan û van axan ji cihûyên îşxalker re tahsîs kirin. Siyonîstan bi vê yekê kirin armanc ku hebûna Filistînîyan ji ser wan axên pîroz  rabikin. Ji ber vê yekê Filistînî wê roja 30ê Adarê bo protesto bikin wek Roja Axê îlankirin  û di 30ê Adara sala 1976an de greva giştî îlan kirin. Çeteyê terorê wê rojê bo pêşîya greva giştî bigre derketina Filistînîyan a derve qedexe kir.  Lê digel vê qedexê Filistînî xwe bedan kolanan  û 6 ji wan hatin qetilkirin û bi hezaran ji wan jî birîndar bûn." Dû re wiha li daxuyanîyê hat zêdekirin: " Piştî van bûyeran 30ê Adarê wek Roja Axê hat îlankirin. Piştî 42 salan di salvegera 'Roja Axê' de xwepêşanên "Meşa Mezin a Vegerê' hat lidarxistin.(ÎLKHA)











Bu haberler de ilginizi çekebilir