"Li welatê me di salekê de bi 175 hezar kesan re qanser hat teşxîskirin"
Di konferansa ku li Bidlîsê hat tertîpkirin de hat destnîşankirin di salekê de bi 175 hezar kesan re qanser hat teşxîskirin.
Li Zanîngeha Bîdlîs Erenê derbarê nexweşîya qanserê de konferansek hat tertîpkirin. Prof. Nusret Erdoganê ku di konferansê de axivî derbarê nexweşîya qenserê de nirxandinan kir û agahîyan da.
"Li welatê me di salekê de bi 175 hezar kesan re qanser hat teşxîskirin"
Erdogan di axavtina xwe ya ku kir de destnîşan kir qanser ne nexweşîyeke têger e û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: "Li welatê me di salekê de bi 175 hezar kesan re qanser hat teşxîskirin. Li tevahîya cîhanê her sal 14 milyon kes bi êşa qanserê dikevin û ji van 14 milyonan tev de 8 milyon kes jiyana xwe ji dest dan."(ÎLKHA)