"Xatîbên Ciwan li Mînberê"
Fînala herêmê ya bi navê "Xatîbên Ciwan li Mînberê" ya ku di navbera lîseyên îmam xatîbê hat kirin de Gumuşxane bi ser ket.
Pêşbirka xutbê ya bi navê "Xatîbên Ciwan li Mînberê" di navbera lîseyên îmam xatîbê de Mizgefta Lîseya Îmam Xatîbê ya Anadoluyê ya li Erzeromê hat tertîpkirin. Xwendekarên ku ji bajêran mîna Erzerom, Erzîncan, Bayburt, Gumuşxane, Ardahan, Artvîn, Qers, Agirî, Îdir, Mûş û Bîngolê beşdarî pêşbirgê bûn micadeleya şêrîn dan.
Di encama pêşbirka ku hat kirin de ji Kelkîta Gumuşxanê xwendekarê bi navê Cîhad Ozdemîr bû yekemîn.
Gelek kesên rayedar û malbatên xwendekaran beşdarî pêşbirgê bûn.(ÎLKHA)