• DOLAR 34.184
  • EURO 37.845
  • ALTIN 2905.631
  • ...
Ji Hunermendên Ajansa Ozlemê klîba "Tu bi Xêr Hatî Yar"
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Hunermendên Ajansa Ozlemê ji bo bernameyên mewlûdê yên ku ji teref Platforma Evîndarên Pêxember ve tên lidarxistin klîbeke bi navê "Tu bi Xêr Hatî Yar" hat amadekirin.

Xebatên kişana klîba ku ji teref 15 hunermendan ve tên xwendin û li ser jiyana Hz. Mûhammed tê sekinandin temam bû.

Derbarê mijarê de Sekreterê Giştî yê Platforma Evîndarên Pêxember Cemîl Cahît Unsal beyanat da û îfade kir ku emê di meha nîsanê de jî behs û qala jiyana Hz. Mûhammed bikin.  

Unsal, di berdewama axaftina xwe de îfade kir ku em wek Platforma Evîndarên Pêxember çawa me di salên berê de li çar terefên Tirkîyê bernameyên mewlûdê li dar dixistin emê îsal jî bernameyên mewlûdê tertîb bikin û got: "Emê îsal jî li hin navendan bernameyên "Hînbûna Hz. Pêxember û Jiyana Sineta wî" li dar bixin. Di van bernameyan de temamê xebatên me ji bo hînbûna jiyana Hz. Mûhammed Silava Xweda li ser be ye. Her sal di bernameyan de herî zêde beşdarvan bi merş û îlahîyan kêf û coş dibin. Di vê yekê de herî zêde para Hunermendên Ajansa Ozlemê heye. Her sal Hunermendên Ajansa Ozlemê ji bo xatirê bernameya mewlûdê helbesteke taybet amade dikin. Îsal dîsa helbesteke bi navê "Tu bi Xêr Hatî Yar" amade kirine. Bi rastî helbest zaf xweş hatîye amadekirin ez li ser navê platrormê ji temamê kesên keda wan tê de heya teşekur dikim. Îsal jî wê bi vê helbestê bernama me şen bikin. Ji niha de ez vê helbestê diyarî Ajansa Ozlemê, Platforma Evîndarên Pêxember û temamê aşiqên Pêxember dikim."    

Kilîba hat amadekirin ji teref Hunermendê Ajansa Ozlemê; Mehmet Alî Oğûz, Bîlal Guler, Dervîş Madsor, Ferdî Kalkan, Neytûllah Karadenîz, Ozcan Atsat, Bîlal Dalkiliç, Mehmet Gunduz, Omer Guneş, Nûrullah Urun, Veysî Îçyilmaz, Mûsap Şanli, Bûrhanettîn Cebba, Nebî Bozaba û Îbrahim Akbaş ve hat xwendin.

Li hêladin Unsal derbarê bernameya mewlûdê ya Diyarbekrê de jî agahî da û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Bi sernava "Hînbûna Hz. Pêxember û Jiyana Sineta wî" emê di 22ê Nîsanê roja Yekşemê saet di 13.00 de li Qada Mîtîngê ya Parqa Newrozê bê û emê bernama xwe li wir tertîb bikin. (ÎLKHA)













Bu haberler de ilginizi çekebilir