• DOLAR 34.168
  • EURO 37.764
  • ALTIN 2913.035
  • ...
Bavê mehkûmê Yûsifî di qezayê de wefat kir
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Hat ragihandin bavê Comert Yorgunê ku ji ber nasnameya xwe ya Îslamî di girtîgehê de ye dema ku dikir derbasî wî alîyê rê bibe wesayîtê lê da û wefat kir.

Qeza derdora seat 07.30an de li ser Rêbeja Wan-Erdîşê pêk hat. Li gor agahîyên ku hatine wergirtin Mîrza Yorgunê bavê Comert Yogun e dema ku  ji karê nobedarîyê vedigeriya mala xwe dema ku kir derbasî wî alîyê rê bibe wesayîteke ku plaqeya wê nehat hînbûn lê dan.

Piştî ku bi qezayê hat hisîn re yekîneyên tenduristîyê hatin cihê qezayê û Yorgunê birîndar rakirin nexweşxanê, lê digel temamê midaxeleyan Yorgun wefat kir.

Rasîm Sayginê Serokê Bajêra Wanê ê HUDA PARê ye derbarê mijarê de diyar kir ew li benda raporta mirinê da ku ji dozgerîyê bişîna da ku lawê Mîrza Yorgun ê ku Yûsufî ye beşdarî taziya bavê xwe bibe.(ÎLKHA)

Bu haberler de ilginizi çekebilir