Malên xwendekaran ên ku tê diyarkirin nêzî Weqfa Furqanê ne hatin mohrkirin
Hat ragihandin malên xwendekaran ên ku tê diyarkirin nêzî Weqfa Furqanê ne hatin mohrkirin.
Li gor agahîyên ku hatine wergirtin li taxên Karasoku, Ulucamî, Yeşîlevler û kolana Abîdîn Paşaya Seyhana Edenê çend malên ku lê xwendekar diman û wek mesken dihatin bikaranîn bi nivîsa Midûrtîya Perwerdehîya Neteweyî û bi tesdîqa Walîtîyê bi hinceta ku nêzî Weqfa Furqanê ya ku bi demkî fealîyetên wê hatine qedexekirin hatine mohirkirin.
Berî niha ji malên xwendekaran ên ku hatin mohirkirin re teblîxat hatibû şandin da ku mal bên valakirin. Piştî vê teblîxatê di bin çavdêrîya yekînîyên zabita û polêsan de mal hatin valakirin.
Di dîmenên ku li ser medyaya civakî hatin parvekirin de hat dîtin ku exlebeyên xwendekarên ku ji malên xwe hatine derxistin qîz in û li dijî valakirinê li ber xwe didin.
Xwendekarên ku malên wan hatin valakirin destnîşan kirin malên wan weke şevîmanên aîdî Weqfa Furqanê hatine nîşandan, lê tu eleqeyên malên wan bi weqfê re tuneye û ew di nav xwe de malê bikirê kirin.
Kesên ku hatin mexdûrkirin destnîşan kirin ev sepana ku tê kirin bêhiqûqî ye.(ÎLKHA)