• DOLAR 32.585
  • EURO 35.013
  • ALTIN 2460.319
  • ...
Xebatên binesazîyê yên ku gel mexdûr dikin bû sedemên bertekan
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Welatîyên li Hezoya navçeya Êlihê dijîn ji ber neqedandina xebatên binesazîyê bertek nîşanî rayedaran dan. Wekî ku tê zanîn ev  demeke dirêje li navçeya Hezoyê xebatên binesazîyê tên kirin û ev xebat ji bo welatîyan bû wek ezîyetê.

Ji xelkê Hezoyê Hacî Abdûllah Çetînkaya îfade kir ku di dîroka Hezoyê de rezaleteke wisa nehatîye dîtin û wiha got: "Ev 35 salêmine ez li vir dijîm. Demekê min li vir wezîfa Encumenê Şaredarîyê û Alîkarîya Serokê Şaredarîyê jî kir. Rezaleta ku me di vê salê de dît di dîroka Hezoyê de tu kesî nedîtî ye. Wesaîtên me henin lê belê em ditirsin ku wesaîtên xwe bişixulînin. Wesaîtên me di nava tozê de ye. Di nava vê mehê de 5-6 caran rê kolan. Dibêjin em carekê ji bo evê, carekê ji bo ceyranê, carekê ji bo embaran û carekê jî ji bo têlefonan dikolin. Ji bilî xirakirinê tu tiştekî din nakin. Malamin li kêleka rê ye bi navê Xwedê ji ber toz û tebatê ez nikarim di mala xwe de rûnim. Ev serê salekê ye em di nava tozê de ye. Heger Şaredarî hebe, hikumet hebe û em jî welatîyê Komara Tirkîyeyê bin bila ji vê mexdûrîyeta me re çareserîyek bê dîtin."

"Derek bi caran tê kolan û tê girtin"

Çetînkaya, destnîşan kir ku ew qethîyen ji xebatên tê kirin ne razîne û wiha got: "Em ji vê xizmetê re qethîyen ne razîne. Bila ji Xweda bitirsin, ev çend carin rêyên me xira dikin. Em ji vir bangî karbidestan dikin, ji Xweda bitirsin li vir însan dijîn, ajal najîn. Em wek gel mexdûrin û em ji karbidestên dengê me nabin xwe jî gilîkarin. Karbidest kîbe bila were rê xweşik çêbike an jî bila rê xira bike da kû em jî bizanibin û li gor wê hereket bikin. Cîranên me tev jî vê yekê re şahidin. Ji karbidestan daxwaza me bila ji vê pirsgirêkê re çareserîyekê bibînin. Bilê karê xwe xweşik bikin. Cîkî vedikin 6 cara wî cîyê vedikin û dadigrin. Me jî tu tiştek ji vê yekê fêm nekirin. Bila demildest ji vê yekê re çareserîyekê bibînin."

Çend dikandar û şênîyên navçeyê jî derbarê mijarê de bertekên xwe nîşan dan

Ji xelkê navçeyê Şafî Atak, îfade kir ku xebatên binesazîyê ji xizmetê zêdetir bû wek xebatên ezîyetê û wiha got: "Tiştê tê kirin ne xizmet e li welatîya ezîyet e. Di vî karî de bêtecrûbetîyek mezin heye. Zivistanî ji herî û çamûrê û havînê jî ji toz û tebarê em nikarin di van rêyan de derbas bibin".

Ji esnafê çarşiya Hezoyê Mehmet Rizvan Yaşar, îfade kir ku li devera Uçyolê gelek mekteb henin û rojane bi hezaran xwendekar di vê rîyê de derbas dibin û wiha got: "Di van rêyan de ewlehîya can û mal nemaye. Heger hûn rêyên taxan çênakin çima hûn rêya navenda bajêr xira dikin".

Ji esnafên navçeyê Ayhan Gumuş, destnîşan kir ku ev xebatan welatîyan ji dil mexdûr dike û van xebatan bi awakî baş nayê kirin. Ji xwe ji sedî 90ê gel ji van xebatan nerazînin û wiha axaftina xwe bi dawî kir: "Ji ber xebat bi awakî xweşik nayên kirin ji sedî 90ê welatîyan ji van xebatan nerazînin". (ÎLKHA)











































Bu haberler de ilginizi çekebilir