Ji Neteweyên Yekbûyîbangewazîya Yemenê: Li ser sozên xwe bisekinin
Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Guterres daxwaz kir ew sozên ku bo alîkarîya Yemenîyan hatibûn dayîn bên bi cî anîn.
Li Cenewreya Îsweçê bo ji Yemenê re alîkarî bê kirin konferansek hat tertîpkirin û Antonîo Guterresê Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî jî di konferansê de axavtinek kir. Guterres di axavtina xwe ya ku kir de daxwaz ir ew sozên ku bo alîkarîyê hatibûn dayîn bila bên bi cî anîn û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: " Qeyrana însanî ya li ser rûyê dinyayê ya herî nebaş nihga li Yemenê ye. Ew welatên ku beşdarî konferansê bûbûn soza 2 milyar dolar alîkarîyê dabûn. Bila ew welat soza xwe bi cî bînîn."(ÎLKHA)