Fermandarê CENTCOMê: YPG li sahayê şirîkê me yê esil e
Fermandarê CENTCOMê Votel, îfade kir ku YPG li sahayê şirîkê Emerîka yê esil e.
Fermandarê Fermendeya Hêzên Navendî ya Emrîkayê (CENTCOM) General Joseph L. Votel derbarê hebûna Emerîka ya li Sûrî beyanat da û wiha got: "Li Sûrî hê jî deverên ÎŞÎD lê faliyetan dikin heye. Ji ber vê yekê am nikarin operasyonên xwe rawestîn in."
Votel, di weşana zindî de îfade kir ku me li Sûrî û Iraqê pirsgirêka IŞÎDê ji holê rakir û me çereserî saz kir. Votel di verdewama axaftina xwe de îfade kir ku ew li Sûrî bi YPGê re şirîkantîyê dike û wiha got: "Tirkîye li Efrînê bi operasyonên li dijî YPGê rast dikin dibe sedemên belavbûna dîqetê û bi vî awayê têkbirina IŞÎDê zortir dibe."
Votel, di dawîya axaftina xwe de îfade kir ku YPG li qadê şirîkî wan yê esil e. (ÎLKHA