Qeymeqamên ku di lêpirsîna FETO de ji wezîfê hatin dûrxistin hatin binçavkirin
Du qeymeqamên ku li navçeyên Mêrdînê wekîltîya serokê şaredarîyê dikirin û di bergeha lêpirsîna FETO de ji wezîfê hatibûn dûrkirin hatin bivçavkirin.
Qeymeqamên ku li Kerboran û Mehserteya Mêrdînê wek wekîlê serokê şaredarîyê hatibûn tayînkirin di bergeha lêpirsîna ku ji teref Wezareta Karên Hundir ve dihat birêvebirin de ji wezîfê hatin dûrxistin û di bergeha lêpirsîna FETO de hatin binçavkirin.
Hat ragihandin qeymeqamên bi navê Erol Korkmaz û Mehmet Yaşar Yeşîltaş ên Kerboran û Mehserteya Mêrdînê yên ku ji navçê re wek wekîlê serokê şaredarîyê hatibûn tayînkirin di bergeha lêpirsîna ku ji teref Wezareta Karên Hundir ve dihat birêvebirin de ji wezîfê hatin dûrxistin. Her du qeymeqam piştî ku ji wezîfê hatin dûrxistin re di bergeha lêpirsîna FETO de hatin binçavkirin. (ÎLKHA)