Tayinkirina hakim û dozgeran hat hêsankirin
Wezareta Edaletê, ji hakim û dozgerên salek staja xwe temam kirine re ji bo derbasî hakimtî û dozgerîyê bibin hêsanî anî.
Di rojnameya fermî ya îro de hat îfade kirin ku: "Di rêziknameya hakim û dozgerîyê de guherandin hatîye kirin."
Li gor maddeya Wezareta Edaletê xist navA rêziknameyê; xwendekarên hakim û dozgerîyê yên di 23yê Tîrmeha 2016 û yên di 23yê Tîrmeha 2023 yan de staja xwe ya salekê temam kiribin dema di ezmûna devkî de bi serkevin wê serlêdanên wan yên endambûna Saziya Dadger û Dozgeran (HSK) bên qebûlkirin.
Namzedên ku berya kar 3 meh perwerdehîya xwe xilas kiribin wê bikaribin ji teref Saziya Dadger û Dozgeran ve wek hakim an serdozgerê komare bên wezîfedar kirin. (ÎLKHA)