• DOLAR 32.788
  • EURO 35.16
  • ALTIN 2457.99
  • ...
Li Îranê şewat: 11 mirî
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Li Eyaleta Huzistan li bajarê Ahvazê di qehwexaneyekê de şewat derket. Di encama şewatê de 11 kesan jiyana xwe ji dest dan, 13 kes jî birîndar bûn.

Li gor daxuyanîyên ji çavkanîyên herêmê hatin wergirtin li Eyaleta Huzistan li bajarê Ahvazê di saetên sibehê de di qehwexaneyekê ji ber sedemeke ne dîyar şewat derket.

Li gor agahiyên ewil di encama şewatê de 11 kesan jiyana xwe ji dest dan, 13 kes jî birîndar bûn. Hat îfadekirin ku rewşa kesên birînda girane û ji zêdebûna hejmara mirîya endîşe tê kirin. (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir