Rektor ji serokatîya ASELSANê re hat tayînkirin
Rektorê Zanîngeha Teknîkê ya Gebzeyê Prof. Dr. Haluk Gorgun wek Serokê Lijneya Birêveberîya ASELSANê hat tayînkirin.
Li gor daxuyanîya ku ji teref ASELSANê ve hatiye belavkirin di birêveberîya jor a şîrketê de hinek guherîn hatin kirin. Di bergeha van guherînan de Rektorê Zanîngeha Teknîkê ya Gebzeyê Prof. Dr. Haluk Gorgun wek Serokê Lijneya Birêveberîya ASELSANê û ji Wekîltîya Serokê Lijneya Birêveberîya ASELSANê re jî Mustafa Murat Şeker hat tayînkirin.(ÎLKHA)