"Dema tê hesabê Yewnanîstanê prensîba dewleta hiqûqê derdixe pêş"
Wezareta Karûbarên Derve, îfade kir ku ew daxuyanîya Yewnanîstanê ya di heqê du leşkerên wan yên li Tirkîye girîtîne şermezar dike.
Ji teref Wezareta Karûbarên Derve, hat îfade kirin ku daxuyanîya Serokwezîrê Yewnanîstanê ya di heqê du leşkerên wan yên bi rêyên derqanûnî ketibûn nava sînorê Tirkeye û hatibûn girtin, şermezar dikin û wiha hat gotin: "Em van gotinên bi cidiyeta dewletan re nabin yek ewk xemgînî dibînin."
Di daxuyanîya ji teref wezaretê ve hat kirin de hat îfadekirin ku, meqamên Yewnanîstanê li hember Tirkîye her ku diçe sewîya xwe dadixe.
Di berdewama daxuyanîya Wezareta Karûbarên Derve de cîh hat dayin van agahîyan: "Dema tê hesabê Yewnanîstanê prensîba dewleta hiqûqê derdixe pêş û dema nayê hesabên wan jî prensîba dewleta hiqûqê bi rehetî tine dihesibîn e û bi vî awayê di dîroka me ya nêzîk de jî em dizanin meqamên Yewnanîstanê bê biryarên mehkemeyên navneteweyî çawa bin pê kiriye. Em van gotinên bi cidiyeta dewletan re nabin yek wek xemgînî dibînin." (İLKHA)