Êrîş li Mizgefta Stockholm hat kirin
Li Stockholma paytexta Îsweçê êrîş li Mizgefta Stockholm hat kirin.
Li Îsweça ku lê her roja ku derbas dibe êrîşên dijberên Îslamê û nîjadperest zêde dibin êrîşeke din hat kirin, vêcarê jî êrîş li Mizgefta Stockholm hat kirin.
Di daxuyanîya ku ji teref birêveberîya mizgeftê ve hat dayîn de sedema êrîşê daxuyanîyên bêpirsîyar ên siyasetmedaran e.
Televîzyona dewleta Îsweçê destnîşan kir di sala 2017an de 22 caran û di sala 2018an de jî 3 caran Mizgefta Stockholmê bûye hedefa êrîşên dijminên Îslamê.(ÎLKHA)