Niştina duyemîn a Lûtkeya Sêalî ya Sûrîyê dê li Enqerê bê kirin
Niştina duyemîn a Lûtkeya Sêalî ya Sûrîyê ya ku ya ewil li Soçîyê hatibûn tertîkirin di 4ê Nîsanê de dê li Enqerê bê tertîpkirin.
Hat ragihandin niştina duyemîn a Lûkeya Sêalî ya Sûrîyê dê di 4ê Nîsanê de bi beşdarbûna Serokomar Recep Tayyîp Erdogan, Serokê Dewleta Federasyona Rûsyayê Vlademîr Putîn û Serokomarê Îranê Hesen Rûhanî li Enqerê bê tertîpkirin.
Di lûtkeya ku dê bê tertîpkirin de li ser çareserîya siyasî ya li Sûrîyê bê rawestin û ew ê 3 welatên garantor dê mijarên mîna parastina yekbûna axên Sûrîyê, herêmên kêmkirina rageşîyê ya ku di encama demajoya Astanê de hatibûn diyarkirin, gavên ku dê bo çareserîya siyasî bên avêtin û micadeleya "bi teriorê" gotûbêj bikin.(ÎLKHA)