• DOLAR 32.455
  • EURO 34.829
  • ALTIN 2438.673
  • ...
"Li Sûrîye û Iraqê herî hindik me 885 sivîl kuştin"
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Kolîsyona Navneteweyî ya ku bi pêşîvanîya Emerîka hatibû destpêkirin îtîraf kir ku wan ji sala 2014an heta niha li Sûrîye û Iraqê di operasyonên hatine rastkirin de herî hindik 885 kesên sivîl kuştîye.

Kûalîsyonê li ser hesabê xwe yê fermî yê Twîtterê beyanat da. Di beyanatê di hat îfadekirin ku rapora 522an hêjî eşkere ye û lêkolîn dewam dikin. Di beyanatê hat îfadekirin ku ji Tebaxa 2014an heta Sibata 2018an bi tevahî 29 hezar û 225 operasyon hatine rastkirin.  

Rapor hajmarên rast nade nîşandan

Di rapora rêxistina Aîrwarsê de hat îfadekirin ku kûalîsyona navneteweyî ya ku bi pêşîvanîya Emerîka hatibû destpêkirin bi çek û sîlehên giran gelek caran êrîşên asîmanî rast kirin û di encama van êrîşan de herî hindik 6 hezar sîvîlî jiyana xwe ji dest dan.

Rêxistina şopandinê di berdewama daxuyanîya xwe de îfade kir ku ji ber êrîşên hêzên kûalîsyonê di 2 hezar û 341 bûyerî de herî hindik di navbera 16 hezar û 24 hezaran de sîvîl windayîne lê belê raskirina agahîyên ji deverê tên zaf zehmete.  

Li Sûrîye û Iraqê di encama êrîşên kûalîsyona bi pêşîvanîya Emerîka de ji kesên hatine kuştin herî hindik hezar û 241ê wan zarok, 739ê wan jî pîrekin. Di encama van êrîşan de ji 4 hezar û 739 kesên sivîl zêdetir jî kes birîndar bûne.

Di raporê da hat îfade kirin ku dema kûalîsyona bi pêşîvana Emerîka ji bo Raqqayê ji IŞÎDê derxe heman heman li tu tiştekî dîqqet nedikirin û gelek sivîl jî kuştîne.

Li gor raporên gelek grûbên şopîner û yên Neteweyên Yekbûyî êrîşên hatine eşkerekirin hê jî kûalîsyona bi pêşîvanîya Emerîka wan red dikin û hejmara sivîlên hetine qetilkirin vedişê re. (ÎLKHA)

Bu haberler de ilginizi çekebilir