• DOLAR 32.452
  • EURO 34.8
  • ALTIN 2441.122
  • ...
Ji Serokomar Erdogan ji Macron re: Karên ji hedê xwe der neke
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Serokomar û Serokê Giştî yê AK Partîyê Recep Tayyîp Erdogan beşdarî civîna berfirehkirî ya bajêran a partîya xwe bû û di civînê de axavtinek kir.

 "Karên ji hedê xwe der neke"

Erdogan derbarê daxuyanîyên Serokomarê Fransa Macron "Em dikarin di navbera Tirkîye û HDSyê de bibin navbeynkar" de wiha axivî: " Ev beyan ji hedê kesê ku vê gotinê gotiye der e. Kî wezîfeyeke wisa da te? Karên ji hedê xwe der neke. Pêdivîya me bi navbeynkaran  tune ye. Gelo ji kengî ve problemeke Tirkîyê ya bi rêxistinên teroran li ser masê rûniştinê heye? Hûn dikarin bi rêxistinên terorê rûnin, lê Tirkîye di warê micadeleya bi rêxistinên terorê de weke ku li Efrînê bûye dê bike.(ÎLKHA)

Bu haberler de ilginizi çekebilir