Li Hindistanê digel temamê tedbîran dîsa pirsên îmtîhanê hatin dizîn
Hikûmeta Hindistanê ji ber ku her tim pirsên îmtîhanê berîya îmtîhanê tên dizîn tedbîrina stand, lê belê pirs dîsa hatin dizîn.
Li Hindistana ku lê her tim bi şiklekî pirsên îmtîhanê tên dizîn ji ber ku dîsa pirsên îmtîhana ku bo xwendekarên lîseyê hatibûn amadekirin dîsa hatin dizîn. Ji ber vê yekê îmtîhana milyonek û 600 hezar xwendekaran hat betalkirin. Hat hînbûn pirsên îmtîhanê berî roja îmtîhanê bi du rojan hatine dizîn û ji ser medyaya civakî bi pere hatine firotin.
Di sala 2016an de ji ber dizîna pirsên îmtîhanê hikûmet namzedên mekteba leşkerîyê bi şikleke tazî di nav erdekî de îmtîhan kiribû.(ÎLKHA)