• DOLAR 34.607
  • EURO 36.705
  • ALTIN 2918.867
  • ...
Di mînubusa ku koçber tê de şewat derket: 17 mirî 36 birîndar
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Li ser rêbeja Qers-Îdirê mînubusa ku koşber dikişand li dîregê ronakîyê ket û agir derket di encama qezayê de 17 kesan jiyana xwe ji dest dan, 36 kesan jî birîndar bûn.

Qeza di saetên şevê de li ser xaçêra Balafirgeha Şehît Bulent Aydin ya Îdirê qewimî. Li gor agahiyên hatin wergirtin koçberên ji Îranê bi rêyên derqanûnî ketibûn Tirkîye yên ji Efxanîstan, Pakîstan û Îranî yên di mînibusa bi plaqa 65 EP 701 rê debûn ji kontrolê derket û li dîregê ronkayê xist.

Piştî mînubusa ku zarok û pîrek têde qeza kir di mînubusê de çewat derket û kesên di mînubusê de jê pekîyan û wesaîta bi plaqa 04 D 5636 li kesên li erdê xist û wê jî qeza kir.

Bi sedem qezayê 17 kesan jiyana xwe ji dest dan 36 kes jî birîndar bûn. Cesedên kesên jiyana xwe ji dest dan û yên birîndar ji teref ekîbên tendirustîyê ve hatin rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Îdirê.

Ji teref sewcîtîyê ve derbarê qezayê de lêpirsîn hat destpêkirin. (ÎLKHA)

Bu haberler de ilginizi çekebilir