Ji MÎTê li Kosovayê operasyona FETO
MÎT di operasyona FETO ya ku li Kosovayê kir de 6 endamên FETO girt û anî Tirkîyê.
Teşkîlata Îstîxbarata Millî digel îstîxbarata Kosovayê operasyoneke hevpar li dar xist. Di encama operasyona hevpar a ku hat lidarxistin de 6 endamên paye bilind ên FETO yên ku derbarê wan de li Tirkîyê qerara girtinê heye hatin girtin û hatin anîn Tirkîyê.
Hat hînbûn endamên FETO yên ku bi balafireke taybet hatin anîn Tirkîyê teslîmî meqamên edlî hatin kirin.(ÎLKHA)