Macron: Me garantîya destekê da YPGê
Serokomarê Fransayê Macron destnîşan kir "Me garantîya destekê da YPGê,em dikarin di navbera Tirkîye û Hêzên Demokratîk ên Sûrîyê de bibin navbeynkar."
Emmanuel Macronê Serokomarê Fransayê li Qesra Elyseeyê bi hinek komên Sûrîyeyî yên ku di nav wan de temsîlarên Hêzên Demokratîk ên Sûrîyê(HDS/PKK/YPG) hebûn re hevdîtin kir.
Piştî hevdîtina ku hat kirin re Macron daxuyanîyek da. Macron di daxuyanîya ku da de derbarê mijarê de wiha got: "Me garantîya destekê da YPGê, em dikarin di navbera Tirkîye û Hêzên Demokratîk ên Sûrîyê de bibin navbeynkar."
Li gor daxuyanîyên ku PKK/YPGyî dane ajansa xeberan a Reutersê, Fransa soza şandina leşkeran a Minbicê bo piştgirîya HDSyê.(ÎLKHA)