• DOLAR 34.473
  • EURO 36.378
  • ALTIN 2923.03
  • ...
Îşxalkerên siyonîst zarokekî 3 salî destser kirin
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Her ku diçe şebekeya terorê siyonîstên îşxalker tesîra zilma xwe li ser axên Filistînê zêdetir dike. Herî dawî sîyonîstên îşxalker li bajêra el-Xelîla Şerîaya Xerbê zarokekî 3 salî yê bi navê Kerem Mesude li ber devê derîyê mala wî desteser kirin.

Di dîmenên ku ji teref aktîvîstekî ve hatine kişandin de tê dîtin çeteyên îşxalker li bajêra el-Xelîla Şerîaya Xerbê zarokekî 3 salî yê bi navê Kerem Mesude li ber devê derîyê mala wî bi îddîaya ku li ser xwe "kêrê" digerîne desteser dikin. Bav û kekê lawikê 3 salî yê ku ji teref sîyonîstan ve tê desteserkirin hewil didin ku Kerem ji nav destên siyonîstên îşxalker rizgar bikin û di talîyê de Kerem tê rizgarkirin.

Malbata Mesvede diyar dike li bajêra el-Xelîl tim û tim zilmên wisa ji teref sîyonîstan ve li wan tên kirin.(ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir