• DOLAR 32.455
  • EURO 34.829
  • ALTIN 2438.673
  • ...
Dema kesên ku Îslamê dijîn neman me di warê fêmkirina ka Îslam çi ye de zehmetî kişand
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Li Salona Konferansê ya Fakulteya Îlahîyatê ya Zanîngeha Dîcleyê ji teref Kuluba Himet û Fikrê ve konferanseke bi navê "Hêmanên ku Dibin Sedem Fêmkirina Dîn bi Zehmet Bibin" hat tertîpkirin.

Beşerê ku beşdarî konferansê bû û axavtinek kir di axavtina xwe de destnîşan kir heyameke fetretê ya bi qasî 75 salan a ku ji çanda Îslamê dûrketiye heye û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: " Ji ber vê sedemê kesekî/ê ku berî vê 75 salan hat dinyayê niha bûye 75 salî, lê belê li ser navê Îslamê pê re tiştekî berbiçav tuneye. Di netîcê de însanên ku bibin mînak neman. Îslam zêdetir ji ya ku tê jîyan û ji heyata wan kesên ku dijîn tê hînbûn. Yanî divê li hemberî we însanên ku Îslamê bi şiklekek kamil dijîn hebin ku hûn karibin ji wan re bibêjin 'vaye Îslam ev e.' Dema ku kesên ku Îslamê dijîn neman me di warê fêmkirina ka Îslam çi ye de zehmetî kişand."

 "Ew Îslama ku li fakulteyên Îlahîyetê tê gotin Îslameke parçekirî ye"

Beşer di berdewama axavtina xwe de diyar kir "Niha li ba me Îslameke parçekirî heye; niha hilweşîyaye" û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: " Ew Îslama ku li fakulteyên Îlahîyatê tê gotin bi xwe jî parçekirî ye. Ew Îslama ku niha heye ne Îslameke ku li ser usula fiqhê hatiye damezrandin e. Li ba me li got ehlê tesewwûfê, fiqhê, tefsîr û hedîsê têgihiştineke Îslamê heye û tev ji hev cûda ne. Ev di kêm xalan de wek hev difikirin. Ji hev cûda difikirin. Em bi Îslameke ku wisa parçe bûye dijîn. Em Îslamê parçeyeke sehê nabînin."











Bu haberler de ilginizi çekebilir