• DOLAR 32.455
  • EURO 34.829
  • ALTIN 2438.98
  • ...
Di navbera Tirkîye û Hollandayê de qeyrana "casûs"
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Piştî hatibû îddîa kirin ku welatîyê Hollanda A.Z yê ku li Konsolosxaneya Hollanda ya Stenbolê dixebite wek "casûs" hatibû sûcdarkirin, Wezareta Karûbarên Derve ya Hollandayê îfade kir ku kesê di heqê wî de ew îddîayan derket ji Tirkîyeyê veqetîya.

 

Di çapemenîya Tirkîyeyê de hatibû îddîa kirin welatîyê Hollanda A.Z casûsîyê dike û di heqê wî de lêpirsîn hatîye destpêkirin.

Li gor nûçeya Mîllîyetê ji RTL Nîeûwsê girtîye Wezareta Karûbarên Derve ya Hollandayê xebatkarekî xwe yê ku li Konsolosxaneya Hollanda ya Stenbolê wezîfedar e û yê ji "falîyetên deverê berpirsyar"ji bo "ewlehîya xwe" ji Tirkîyeyê veqetîya. Hatibû îddîa kirin ku şexsê bi kurtasî wek A.Z dihat qalkirin û welatîyê Hollanda bû "wezîfadarê îstîxbarî yê leşkerî bû."

Kesê navê wî di mijarê de derbas dibe hatibû îfade kirin ku di warê operasyona Tirkîye ya Efrînê de agahîyên îstîxbarî kom kirîye û ew agahîyan belav kirîye. (ÎLKHA)

Bu haberler de ilginizi çekebilir