• DOLAR 32.455
  • EURO 34.829
  • ALTIN 2438.673
  • ...
"Kesên ku xalên wan hene û di siyasetê de hinek kes li pişta wan in ceza nastînin"
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Serokê Giştî yê HUDA PARê Zekerîya Yapicioglû li Wanê di Kongreya partîya xwe de bi bîr xist ku edalet li gor şexsan tê guherandin, "Kesên hustu qalind, kesên xalê wan henin, kesên di sîyasetê de nasên wan hebin; di mehkemeyan de gelek caran hesap nadin, tu cizayê nagrin û xilas dibin."

Serokê Giştî yê HUDA PARê Zekerîya Yapicioglû li Wanê beşdarî Kongreya partîya xwe ya 2yemîn bû û di warê rojeva hundur de nirxandin û tesbîbîtên girîng kir.

"Kesên hustu qalind, yên xalê wan heye, yên pişta wan ya sîyasî hebin; gelek caran di mehkemeyan de hesab nadin, tu cizayê nagrin û xilas dibin"

Yapicioglû, îfade kir ku daraz di bin newên zextan de ye û li gor şexsan tê bikaranîn û wiha got: "Li welêt bawerîya bi edaletê nemaye. Ev yek di du wateyan de rast e. Yanî xwedîyê heq bawer nake bighêje heqê xwe; kesên sûcdar jî tirsa girtina ciza najîn. Lewra edalet li gor şexsan tê guherandin. Qanûn bi gotina hiqûqnasekî, 'wek torekê ye, mêşên kera têre derbas dibin û mêşin hinguv jî tev dikevin wê torê'. Yanî kesên xurt yên hustuyê wan qalind, yên xalê wan heye û yên pişta wan di sîyasetê de bihêz bin; gelek caran hesab nadin mehkemeyan û tu cizayî jî nagrin û xilas dibin. Kesên rutba wan bilind, mevkîyê wan yên civakî bilind, kesên cuzdanên wan tije û hesabên wan yên banqê dagirtîbin û di demekê de ji ber hin mijarên sîyasî heger hatibin girtin ji bo wan qanûn û yasayên hewce derdixin û wan serbest berdidin."

"Lêpirsîna ewlehîyê li gor wê hişê dewletê ya ku ji teref zîhniyeta 28ê Sibatê û FETO ve hatiye çêkirin hat kirin"

Yapicioglu, di berdewama axavtina xwe de derbarê girtina kadroyê ya karkerên taşeron û lêpirsîna ewlehîyê ya ku derbarê wan tên kirin de jî diyar kir ev lêpirsîn li gor wî hişê dewletê ya ku ji teref endamên FETO ve hatiye çêkirin tê kirin û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: " Hûn dizanin ew ê ji karkerên taşeron re kadro hatibana dayîn. Pêşî gotin 'em ê bêşert û merec tevakan bistînin' û dû re îmtîhana nivîskî anîn. Di ser de jî mulakat anîn. Di warê wan pirsên ku di mulakatê de tên pirsîn de gelek şaîbe hene. Ev jî ne bes bû, di ser de lêpirsîna ewlehîyê anîn. Ma hûn dizanin van lêpirsînên ewlehîyê li gor çi tiştî dikin? Van lêpirsînên ewlehîyê li gor wî hişê dewletê ya ku ji teref zihniyeta 28ê Sibatê û FETO ve hatiye çêkirin dikin, ger derheqê dê, bav û apê wî/ê de tiştek hebe û wî/ê dan alîyekî û wî/ê negirtin. Jê re gotin 'tu nikarî têkeve kadroyê, tu xeternak î, heqê te tuneye ku tu nan bixwî."(ÎLKHA)















Bu haberler de ilginizi çekebilir