Wesayîta girtîgehê qeza kir: 7 birîndar
Wesayîta girtîgehê ya ku ji Îdirê ber bi Erziromê ve diçû li latê qelibî û qeza kir, di encama qezayê de 5 jê leşker tev de 7 kes birîndar bûn.
Hat ragihandin wesayîta girtîgehê ya ku ji Îdirê ber bi Erziromê ve diçû li latê qelibî û qeza kir, di encama qezayê de 5 jê leşker tev de 7 kes birîndar bûn.
Qeza li Eleşkîrta navçeya Agirîyê pêk hat. Li gor agahîyên ku hatine wergirtin wesayîta girtîgehê ya ku ji Îdirê ber bi Erziromê ve diçû li latê qelibî û qeza kir, di encama qezayê de 5 jê leşker, şofêr û mehkûmek tev de 7 kes birîndar bûn.
Piştî ku bi qezayê hat hisîn re gelek ambûlans hatin sewqkirin cihê qezayê û kesên birîndar hatin rakirin nexweşxanê.
Hat îddîakirin qeza ji ber ku şofêr nexwestiye li kuçikê ku derketîye pêşîya wî bide berê wesayîtê guherandiye û li latê qelibîye.(ÎLKHA)