Qedexeya firînê ya ku ji teref Tirkîyê ve bo Kurdistana Iraqê dihat sepandin hat rakirin
Serokwezîr Bînalî Yildirim destnîşan kir qedexeya firînê ya ku ji teref Tirkîyê ve bo Kurdistana Iraqê dihat sepandin ji îro pê ve hat rakirin.
Serokwezîr Bînalî Yildirim li Enqerê bi endamên çapemenîyê re hat bal hev û pirsên rojnamegeran bersivand. Ji ber pirseke ku derbarê seferên balafiran ên ber bi Kurdistana Iraqê de Yildirim wiha got: " Piştî referandûma Iraqa Bakûr a ku me teswîb nedikir seheya hewayê hatibû girtin. Hikûmeta Iraqê ya navendî seheya xwe ya asimanî vekir. Em jî di vê bergehê de îro sehaya xwe ya asimanî vedikin."(ÎLKHA)