Li Nevşehîrê balafireke F-16 ket
TSKyê destnîşan kir ku li Nevşehîrê balafireke F-16 ketîye.
Hat îfadekirin ku li Gulşehîra navçeya Nevşehîrê teyareyeke F-16 ketîye.
Hêzên Artêşa Tirkiyeyê (TSK)yê daxuyaniyek da û îfade kir ku: "Balafireke me ya F-16 bi mexseda perwerdehiyê li herêmê bû li derdora Nevşehîrê ketiye."
Li gor daxuyanîyên ewil leşkerekî jiyana xwe ji dest da ye.
Piştî qezayê ekîbên agirkujî û tendirustîyê sewqî ciyê bûyerê hatin kirin. (ÎLKHA)