Siyonîstan lêxistina tesîsa el-Kîbar qebûl kirin
Çeteya terorê ya siyonîstan li xwe mikûr hat ku ew di sala 2007an de reaktoreke nukleer a li Sûrîyê hedef girtine.
Çeteya terorê ya siyonîst bi daxuyanîya ku belav kir destnîşan kir ew di sala 2007an de li Sûrîyê bi balafiran êrîşî reaktora nukleer a bi nav el-Kîbar kirine û bi vî awayî cihê ku bo wan tehdîdek bû ji holê rakirine û ev yek bo dijminan peyamek e.
Li gor daxuyanîya siyonîstan di 6ê Îlona sala 2007an de bi 9 balafirên şer nêzî 4 seatan tesîsa el-Kîbar hatiye bombebarakirin û nêzî 18 tonan bombe di ser tesîsê hatiye berdan.
Reaktora ku di sala 2007an de hat hedefgirtin bi alîkarîya Koreya Bakur dest bi înşaata wê hatibû kirin û ger nehatibana hedefgirtin ew ê di dawîya sala 2007an de bi dawî bûba.(ÎLKHA)