• DOLAR 32.45
  • EURO 34.829
  • ALTIN 2438.673
  • ...
Wezareta Karûbatê Derve di warê "Eftînê" de bertek nîşanî Emerîka da
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Berdevkê Wezareta Karûbarên Derve Hamî Aksoy, bertek nîşanî daxuyaîya berdevka Wezareta Karûbarên Derve ya Emerîka Heather Nauert ya di warê Efrînê da.

Aksoy, li ser pirseke di warê mijarê de wiha axifî: "Berdevka Wezareta Karûbarên Derve ya Emerîka di warê Efrînê de îro daxuyanîyek kir. Bi vê daxuyanîyê derket holê ku mekanîzmayên Emerîka hê jî armanc û ehememîyeta Herekata Çiqlê Zeytûnê baş fêm nekirîye. Lewra Herekata Çiqlê Zeytûnê herekateke micadela li dijî terorê ye. Qethîyen ev herekat ne herekatek li dijî sivîlaye, ev herekat herekateke ji bo welatîyên sivîl bên partastin û ji bin zilma rêxistinên terorî bên derxistin hatiye destpêkirin. Li hêladin ji bo xelkê sivîl bên parastin û alîkarîyên însanî li wan bê belavkirin temamê tedbîrên ewlehîyê hatine girtin. Gotina operasyona li Efrînê tê kirin wê zirarê bide micadela li dijî DEAŞê ev gotin gotineke bêbinîye û ji temamî rastîya dûr e. Tiştên li Sûrî zirarê dide micadela li dijî terorîzmê li hember rêxistinek terorîst destekkirina rêxistinek terorîst ya din ew zirarê dide micadela li dijî rêxistinên terorî."(ÎLKHA)

Bu haberler de ilginizi çekebilir