Li Madrîdê penaber bi polêsan re şer kirin
Li Madrîda paytexta Îspanya penaberan piştî mirina firoşkarekî qolanan a ku eslê xwe Senegalî ye re bi polêsan re şer kirin.
Hat ragihandin li Madrîda paytexta Îspanya penaberan piştî mirina firoşkarekî qolanan a ku eslê xwe Senegalî ye re bi polêsan re şer kirin.
Di pevçûna ku li taxa Lavapîesê derket de 10 jê polês herî kêm 30 kes birîndar bûn.
Bi sedan pêşandar li semta Lavapîes avahîya banqayekê şewitandin û camên rawestgeheke otobusan şikandin. Her wisa bîdonên lastîkî yên çopê jî şewitandin.
Di daxuyanîya ku ji teref polsê Madrîdê ve hatiye belavkirin de pevçûnên ku roja pêncşemê derdora seat 21.00an destpêkirin 4 seat û nîvan berdewam kirine û 6 kes hatine binçavkirin.(ÎLKHA)