Helîkoptera leşkerê Emîrîka ket
Li rojavayi Iraqê helîkoptera ku leşkerên Emerîka têdebû ket.
Ji teref kualîsyona bi pêşîvanîya Emerîka ya li dijî IŞÎDê hat îfadekirin ku li rojavayê Iraqê li derdora devera El Kaîmê helîkoptera leşkerê Emerîka têdebû ji ber sedemeke ne diyar ket.
Hat îfadekirin ku 7 leşker di helîkopterê de bûn û ekîbên rizgarkirin û lêgerînê hatine sewqkirin ciyê bûyerê û midaxaleyî bûyerê kirine.
Ji bo sedema qezayê bê eşkerekirin derbarê mijarê de lêpirsînê bê destpêkirin.
Li Iraqê derdora 5 hezar û 200 leşkerê Emerîka heye. (ÎLKHA)