Reqemên bêkariyê hatin eşkerekirin
Li Tirkiyê reqemên bêkariyê di meha berfanbarê de 581 hezar kes kêm bûû hejmera bêkaran dakete 3 milyon û 291 hezaran.
Ji teref TUÎKê ve reqemên bêkariyê ya meha berfanbara sala 2017an hat eşkerkirin. Li gor danayên TUÎKê li Tirkiyê hejmera kesên bêkar li gor meha berfanbara sala borî di meha berfanbara sala 2017an de 581 hezar kes kêm bû û hejmara bêkaran dakete 3 milyon û 291 hezaran.
Rêjeya îstîhdamê jî ji sedî bû 46,9
Di meha berfanbara sala 2017an de li gor heman meha sala 2016an hejmera kesên ku hatine îstîhdamkirin 619 hezar zêde bû û hejmar derkete 28 milyon û 288 hezaran. (ÎLKHA)