Derbarê balafirgehên li Herêma Kurdistanê de qerar
Serokwezîrê Iraqê Haydar el-Îbadî destnîşan kir ew ê ji roja pêncşemê pê ve li balafirgehên Herêma Kurdistanê seferên ber bi derveyî welat ve dest pê bikin.
Qedexeya seferên navneteweyî ya ku berîya referandûma serxwebûnê ya Kurdistana Iraqê ji teref Baxdayê ve hatibû îlankirin hat rakirin.
Îro ji teref Serokwezîrê Iraqê Haydar el-Îbadî ve hat destnîşankirın ew ê ji roja pêncşemê pê ve li balafirgehên Herêma Kurdistanê seferên ber bi derveyî welat ve dest pê bikin û ew ê balafirgeh di bin sîwana Wezareta Karên Hundir a Iraqê xwe fealîyetên xwe birêve bibe.(ÎLKHA)