Yetîm-Dera Ewrûpa ji penaberên Arakanî re alîkarîya xurekê kir
Yetîm-Dera Ewrûpa ya ku bi alîkarîyên ku dike navê xwe daye hesandin ji penaberên Arakanî yên ku ji ber zilm û wehşeta çeteyên Budîst û arteşa Mynamarê revîyane re alîkarîya xurekê kir.
Yetîm-Dera Ewrûpa ya ku li tevahîya cîhanê alîkarîyên însanî dike li kampên penaberên Arakanî yên li Bangledeşê dest bi xebatên alîkarîyê kir.
"Rayedarên Yetîm-Derê ji teref rayedarên Bangledeşî ve 5 seatan hatin desteserkirin"
Wezîfedarên Yetîm-Dera Ewrûpa yên ku ji Almanyayê hatin û ji Stenbolê bi veguhêzî derbasî Bangledeşê bûn ji teref rayedarên Bangledeşî ve nêzî 5 seatan hatin desteserkirin û dû re bi sefera biveguhêzî derbasî Cox's Bazara ku penaberên Arakanî lê ne bûn.
Heyeta ku derbasî herêmê bû pêşî bi wezîfedarên Fermî yên Xwecihî û Neteweyên Yekbûyî re hevdîtin kirin û dû re di serî ji kesên êtîm, bî, kal û pîr û nexweş û her wisa ji gelek kesan re xwarina germ hat belavkirin.
Heyet piştî alîkarîyên ku ji teref xêrxwazan ve hatine bexşandin ji kesên muxtac re belav kir re ji penaberên Arakanî re xurek belav kir û adak û aqîqan ser jê kir. Li kampên bi navê Kutupalong û Balukalîya ku lê 600 hezar kes dijîn ew ê heta 5 rojan alîkarî bên kirin.
"Ew ê bo penaberên Arakanî re seferberîya Alîkarîyê dê berdewam bike"
Arîkarê Serokê Giştî yê Yetîm-Dera Ewrûpayê Huseyîn Ateşê ku li kampan lêkolînan kir derbarê mijarê de diyar kir ew ê bi alîkarî û piştevanîya xêrxwazan seferberîya alîkarîyê bo penaberên Arakanî berdewam bike.(ÎLKHA)