Berika topê ya ku ji herba Entabê maye hat dîtin
Li Entabê di dema restorekirina Xana Mecîdîyê berikeke topê ya ku tê texmînkirin ji dewra herba Entabê maye hat dîtin.
Ev demek ku li Xana Mecîdeyê xebatên restorasyonê tên kirin. Îro dema ku dîsa xebatên restorasyonê dihatin kirin berikeke topê û muhîmatên ku neteqîyane û tê texmînkirin ji parastina Entabê mane hatin dîtin.
Piştî ku xeber hat dayîn polêsan ekîbên îmhakirina bombê hatin cihê bûyerê û li cihê bûyerê lêkolîn hatin kirin. Berika ku hat dîtin bi kontrol hat birin da ku bê îmhakirin.
Serokê Şaredarîya Şahînbeyê Mehmet Tahzamanoglu hat cihê bûyerê ji polês pirsa ka mimkûn ew berikên hatine dîtin di muzeyê de bên pêşkêşkirin an na kir. Polêsan jê re gotin ji ber ku berik neteqîyaye ev yek ne mimkûn e û ji ber ku nikare bê paqijkirin jî divê bê îmhakirin.(ÎLKHA)