• DOLAR 32.459
  • EURO 34.767
  • ALTIN 2439.89
  • ...
Wekîlên Alman ên ku dijberê Îslamê ne çûn Şamê
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Hat ragihandin ji partîya AfDê ya ku li Almanyayê bi dijberîya Îslamê û penaberan tê nasîn komek wekîl li Şamê bi Sermiftîyê ku nêzî Esed e re hevdîtin kirin û ji teleb kirin ku penabar vegerin welatê xwe.

Wekîlên AfDyî yên ku tê diyarkirin li Şamê bi Serokê Meclîsa Sûrîyê Hammûda Sabbagî re hevdîtin kirin bi heman awayî di dema ziyaretê de bi Sermiftîyê Sûrîyê Ahmet Bedrettîn  Hassun û bi temsîlkarên cemaetên ji dînên cuda re jî hevdîtin kirin.

Partîya AfDê ya ku di hilbijartinên 24ê Îlonê de bi ser ketibû û di meclîsê de cî bi dest xistibû di meha Mijdarê de ji Meclîsa Federal teleb kiribû ku di warê qebûlkirina penaberên Sûrîyeyî de bila hikûmeta Almanyayê bi rejîma Sûrîyeyê re gotûbêjan bike.(ÎLKHA)

 

 









Bu haberler de ilginizi çekebilir