Serîlêdanên mamostetîya bi hevpeyman dê sibe xelas bibin
Hat ragihandin serîlêdanên mamostetiya bi hevpeyman dê sibe xelas bibin.
Di daxuyaniya ku ji ser hisaba fermî ya Wezareta Perwerdehiya Neteweyî ve di 2yê Adarê hatibû dayîn de hatibû ragihandin ku serîlêdanên mamostetiya bi hevpeyman ew ê karibin di navbera 2-8ê Adarê de bên kirin. Ev serîlêdan dê sibe bi dawî bibin.
Serîlêdanên ku di 2yê Adarê de dest pê kirin dê sibe ango di 8ê Adarê de bi dawî bibin û kesên ku bixwazin serî lê bidin dikarin kirarîyên serîlêdanê ji ser e-Devletê bikin.(ÎLKHA)