Tirkîye li Sûrîyê bo penaberan 9 kampan ava dike
Hat daxuyandin ew ê Tirkîye li wan herêmên ku di dema Operasyona Mertala Firatê de hatine bidestxistin û li parêzgeha Îdlîbê 9 kampan bo penaberan ava bike.
Berdevkê Wezareta Karên Derve Hamî Aksoy derbarê mijarê de destnîşan kir ew ê Tirkîye li wan herêmên ku di dema Operasyona Mertala Firatê de hatine bidestxistin û li parêzgeha Îdlîbê 9 kampên ku dê 170 hezar penaber dê karibin lê bijîn ava bike û bo vê yekê dest amadehîyan kir.
Aksoy di berdewama daxuyanîya xwe de diyar kir ev kamp ji ber îhtîmala penaberan ên ku ew ji ber operasyona Efrînê werin tên avakirin.(ÎLKHA)