• DOLAR 32.465
  • EURO 34.829
  • ALTIN 2441.5
  • ...
29 hezar lîreyê ciwanê ku xapandin dizîn
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Ramazan Aydinê(25) ku karê cotkarîyê dike û li Qosera navçeya Mêrdînê îqamet dike îfade kir ku sextekaran li Stenbolê li şaxa bankeyekê li ser navê wî hesabekî sexte vekirîye û 28 hezar û 850 lîreyê wî hinek jê bi awakî neqdî û yê mayî jî derbasî hesabê xwe kirine û perê wî tev dizîne.

Aydin, bangî karbidestan kir û îfade kir ku lazim e bidestxistina hesabên meriv yê şexsî ne ewqas hêsan be û ji karbidestan xwest ku bila ji mexdûrîyeta wî re çareserîyekê bibînin.

"Xeta min ya têlefonê beralî kirine û ji hesabê min pere kişandine"

Aydin, behsa bûyera di serê wî de derbas bû kir û wiha got: "Ez li malê bûm. Piştî ez bi telefonê peyîvîm şebeke hat birîn, ne min dikarîbû ban kesî bikira û ne jî kesî karîbû ban min bikira. Piştî vê yekê ez çûm navendê û min pirsgirêka xwe ji bayîyê re got. Ji min re gotin xeta te şewitîye û gotin lazim e tu xeteke din bigre. Min xeteke nû girt, lê belê dîsa min nikarîbû ban kesî bikira. Paşê min ban navenda miştîrîya kir. Ji me re gotin xeta we hatîye neqilkirin û pirsgirêk serast kir. Min bi qerta xwe ya zirîetê xwest ku ez perê xwe bidim lê belê digot şîfra te xelete. Paşê qerta min bloqe bû. Ji bo ez pera bikşînim ez çûm bankê. Xebatkarê bankê ji min re got di hesabê te de pere tineye û got pere jê hatîye kişandin. Paşê me vekolîn kir, me fêm kir ku li Stenbolê li şaxa Çamlikahveyê ya Banka Kuveyt Turkê li ser navê min hesabekî sexte hatîye vekirin û perê min neqlî hesabê sexte kirine."

"Sextekaran 28 hezar û 850 lîreyê min neqlî hesabê xwe kiribûn"

Aydin, îfade kir ku karbidestên Kuveyt Turkê jê re gotin: "Ji bo hesab nebînin pere di seatên xebatê de nekşandine" û wiha got: "Paşê min jî di heqê Vodafone, Kûveyt Tûrk û Bankaya Zirîetê de li Serdozgerîya Komerê dawe vekir. Ev kes çawa wisa hesaban kontrol dikin, şîfra min digrin û nimara min ya têlefonê neqlî ser yeka din dikin?"

"Ez du cara hatim mexdûrkirin"

Aydin, îfade kir ku ew ji bo hesabê li ser navê wî hatibû vekirin çû bankê lê belê bankê tu îşlem di heqê wî de nekiriye û bangî karbidestan kir ku bila mexdûrîyeta wî bê çareserkirin û wiha axaftina xwe bidawî kir: "Niha ez du cara hatime mexdûrkirin. Hem ez hatim xapandin û hem jî ez bi nasnamaya ku Komara Tirkîye dayi min çûm bankê û min xwest ku ez hesabê xwe bigrim, lê belê ji min re gotin ev kes ne tu yî û tu îşlem nekirin. Ji min re kesê rast wek kesê sextekar didin nîşandan û di heqê min de vekolînê nakin. Ez ji vir bangî kesên karbidest dikim ku bila vê mexdûrîyeta min bibînin û çareserîyekê ji bo min bibînin. Li ser navê min ehlîyeta sexte derdixin û îşleman dikin. Lê belê ez bi nasnama xwe ya rast diçim bankê, lê belê ez nikarim hesabê ku li ser navê min hatîye vekirin bigrim. Ez vê yekê qethîyen fêm nakim, ev îhmal di ku de ye. Ji ber ku ez mexdûr kirime ez ji teva gilîkarim." (ÎLKHA)











Bu haberler de ilginizi çekebilir