• DOLAR 32.452
  • EURO 34.8
  • ALTIN 2441.122
  • ...
 "Ji bo Qur'ana Kerîm bê fêmkirin divê dirist bê xwendin"
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Încelerê ku derbarê mijarê de daxuyanî da derbarê mijarê de diyar kir ew kesên ku di warê Qur'ana Kerîm de perwerdehî dîtine li ser perwerdehîyê sekinîne û navendeke perwerdehîyê ya bi avayî bes li Zanîngeha Marmara û Çewligê heye. Li navenda me bo wezîfedarên dîn û mamosteyên zanista exlaq û çanda dîn perwerdehîya me ya tashîhî huruf û navxweyî dest pê kiriye.  Zanista kiraatê muhîm e. Ji bo Qur'ana Kerîm bê fêmkirin divê dirist bê xwendin. Armanca me ya sereke ew e ku em di serî de li Bingolê û her wisa li temamê herêmê, ji çavkanîya wê vî îşî ji wan birayên me yên ku dersa wê didin re bidin hînkirin."

 "Hedefa navenda me dayîna perwerdehîya ilma kiraat û tashîhî kiraatê ye"

Încler di berdewama axavtina xwe de diyar kir niha 20 wezîfedarên ku girêdayê miftîtîyê ne li navenda wan perwerdehîyê dibînin  û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: " Xweda nesîb bike em ê vê perwerdehîyê kom bi kom hêdî hêdî bidomînin. Hedefa navenda me dayîna perwerdehîya ilma kiraat û tashîhî kiraatê ye. Zanîngeha Çewligê ew ê piştî demekê dê bibe hêlîna ilmê ya ku lê kurra perwerde bibin. Em vê yekê hêvî dikin. Ez ji Xweda niyaz dikim ku ev navenda me bibe wesîleya xêrê."

 "Ev perwerdehîya ku em distînin dê pir bi fêde be"

Alîcan Îmanogluyê ku li navenda kiraatê perwerdehîya xizmeta navxweyî dibîne derbarê mijarê de diyar kir  Em li vê derê tev de 20 heval di pêşîvantîya xoceyên xwe de perwerdehîyê dibînin. Em nêzî 40 rojan li vê derê perwerdehîyê bibînin. Ev perwerdehîya ku em distînin dê pir bi fêde be. Înşallah em ê di vê qursê de kêmasîyên xwe temam bikin."

Kesên bi navê Omer Faruk Korkutata û Talhat Dogan ên ku bo perwerdehîyê hatine navenda kiraatê jî derbarê mijarê de diyar kir ew bo kêmasîyên xwe temam bikin hatine vê navendê û ew ê ev qurs bo wan bifêde bibe.(ÎLKHA)















Bu haberler de ilginizi çekebilir