• DOLAR 32.496
  • EURO 34.837
  • ALTIN 2441.919
  • ...
Li Deşta Mûşê berfînên mizgîna biharê derket
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Sala berê li Mûşê pîleyên hewayê di bin siftê de 20 derence bû û qalindîya berfê jî nêzîkî 2 metreyan bû. Lê belê îsal li Mûşê di mehên zivistanê de hewa biharê hebû ji ber vê yekê jî di nev gel de berfînên ku wek mizgîna biharê tê nîşandan îsal zûtir şîn hat.

Berfînê ku wek 'Bûka Deşta Mûşê' û mizgîna biharê tê zanîn dest bi xemilandina deşta Mûşê kir. Berya niha bi gelemperî berfîn di dawîya meha adar û di serê meha nîsanê de şîn dihat, lê belê îsal li gor salên din zivistan germ derbas bû û berfînên Deşta Mûşê zûtir şîn hat.

Welatîyan berfînên deşt xemilandin bi kêf û coş pêşwazî kirin. Wênekêşan jî wêneyên berfînan kişandin û li ba xwe girtin.

Ji welatîyan Bûrhan Toplû, destnîşan kir ku berfînan îsal zûtir vekir û wiha got: "Salên berê di van rojan de li van derana 2 metre berf hebû. Lê belê îsal mizgîna biharê berfînan zû vekir. Ve xweşîkayê hûn jî dibînin. Mixabin li gor salên din îsal berf tinebû. Berfa hebû ji dema rabû berfînên mizgîna biharê zûtir vekir. Wênekêş jî tên vir û wêneyan dikşînin."

Wênekêş Mehmet Can Alkaş, îfade kir ku ji ber îsal berfînan zûtir vekirin em jî ji bo wêneyên wan bikşînin em zû hatin û wiha got: "Bi rastî me îsal xweşik zifistan nedîtin. Bihar jî zû hat. Berya niha bi gelemperî berfîn di dawîya meha adar û di serê meha nîsanê de şîn dihat, lê belê niha serê meha adarê ye û berfîn şîn hatin. Em jî hatin û ji bo li ba me bimîne em wêneyên berfînan dikşînin. (ÎLKHA)























Bu haberler de ilginizi çekebilir