Wezareta Karên Derve: Bi Sûrîyê re dibe ku hevdîtinên îstîxbarî hebin
Berdevkê Wezareta Karên Derve destnîşan kir "Bi Sûrîyê re hevdîtina sîyasî tuneye, lê dibe ku hevdîtinên îstîxbarî hebin."
Hamîz Aksoyê Berdevkê Wezareta Karên Derve derbarê operasyona Efrînê de daxuyanîyek belav kir. Aksoy di daxuyanîya ku belav kir de derbarê rewşa operasyonê de agahî dan û dû derbarê îddîaya hevdîtinên ku bi Sûrîyê tên kirin de destnîşan kir "Bi Sûrîyê re hevdîtina sîyasî tuneye, lê dibe ku hevdîtinên îstîxbarî hebin."(ÎLKHA)