• DOLAR 32.45
  • EURO 34.829
  • ALTIN 2438.673
  • ...
357 mîlyon zarok li deverên şer dijîn
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Li gor rapora Weqfa Rizgarkirina Zarokan li ser rûyê dinyayê 357 mîlyon zarok li deverên rageşî û şer lê heye dijîn û jiyana debara xwe dikin. Ji bo zarokan deverên şertên herî nebaş û zor jê yek Sûrî, Efxanîstan û Somalîye.

Li gor daneyên sazîya navneteweyî ya Weqfa Rizgarkirina Zarokan (Save The Children) niha li ser rûyê dinyayê  357 mîlyon zarok li deverên şer û pevçûn lê heye dijîn, ev jî tê wateya ji 6 zarokên ser rûyê dinyayê jê yek di bin xetera mirin, şidet û deverên şer de dijîn. Ev hejmara heta niha li ser rûyê dinyayê hejmara herî mezin ya hatîye qeydkirine. Ev hejmar derdixe holê ku ji sala 1990an vir ve ev hejmar ji sedî 75 zêdetir bûye. Zarokên Sûrî Efxanîstan û Somalî di bin şert û mercên zor zehmetî de debara jiyana xwe dikin."

Di raporê de derdikeve holê ku bajarvanî zêde dibe û li gor berê dibistan û nexweşxane zêdetir hedef tên girtin û ev jî şert û mercan zortir dike. Ji bilî talûka mirinê li deverên rageşî û pevçûnê zarok tên revandin û îstîsmara cînsî li wa tên kirin.

Ji sedî 40ê van zarokana zorokên li ser erdingarîya Îslamê dijîn û ji van zorokana sedî 20 jî zarokên Efrîqyî ye.

Serokê Weqfa Rizgarkirina Zarokan Helle Thorning-Sschmidt îfade kir ku: "Zarokên li deverên rageşî û pevçûn heye mezin dibin, zilm û zorê dibînin û hejmara van zorokana her ku  diçe zêde dibe ev jî tiştekî pir ecêbe."

Thorning-Sschmidtê Serokwezîrê Danîmarka yê berê îfade kir ku tiştê ku hewceye zarok nebînin van zarokana wan teva dibînin û got: "Malên wan, dibistnên wan û cîyê wan yên leystokê tev bûn deverê herbê."

Li gor daneyên Neteweyên Yekbûyê (BM) yên sala 2005an vir ve ji 73 hezar zarokî zêdetir zarok di 25 herbên ji hev cuda de jiyana xwe ji dest dan an jî astengdar man. Van hejmarana ji sala 2010an vir ve ji sedê 300 qat zêdetir bûn. Li gor saziyên alîkarîyê hejmara zarokan ji ev hejmarên hatîye eşkerekirin gelek, zêdetire. (ÎLKHA)

Bu haberler de ilginizi çekebilir