• DOLAR 32.523
  • EURO 34.905
  • ALTIN 2454.5
  • ...
Serokwezîr: Emerîka li cem YPGê be emê bi wan re jî herbê bike
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Serokwezîr Bînalî Yildirim derbarê operasyona Efrînê de îfade kir ku: "Li dijî Emerîka tu tehdîdên me tineye. Pirsgirêka me bi YPGê re heye. Lê belê heger Emerîka li cem YPG bi me re têkeve herbê emê bi wan re jî herbê bikin."

Serokwezîr Bînalî Yildirim ji bo beşdarî Konferansa Ewlehîyê ya Munîhî bibe çû Elmanya. Serokwezîr li Elmanya beşdarî bernameya televîzyona Alman ARDe ya Tagesthemen bû û roportajek taybet da.

Yildirim, hi hevpevyînê de behsa poerasyona Efrînê jî kir û wiha got: "Tehdîdek me li dijî Emerîka tineye. Em vê yekê dibêjin: Tirkîye, Emerîka û Elmanya endamên NATOyê nin. Emerîka li Sûrî bi rêxistina terorê re biryara micadela li dijî DEAŞê girt. Em jî dibêjin: Dewletek endamê NATO gerek bi rêxistinek li hember dewletek endamê NATO ya wek Tirkîyê herbê dike û ev dewleta endamê NATO jî sînorê NATO diparêsîne divê Emerîka bi vê rêxistina terorê re hevkarîyê neke. Ev ne li gor eqlaqê hevalbendî yê ye. Ev ne li gor exlaqê dewletên mezin e. Pirsgirêka me bi YPGê re heye. Lê belê heger Emerîka li cem YPG bi me re têkeve herbê emê bi wan re jî herbê bikin."

Yildirim: Em bi Elmanya re rûpeleke nû vekin

Serkokwezîr Yildirim, de hevpeyvînê de îfade ki ku lazim e em têkiliyên xwe pêşve bixin û pirsgrêkên ku di navbera me de heye çareser bikin û wiha got: "Li Elmanya hilbijartin hatin kirin. Berya hilbijartinan herdû hêl jî bi ser hev de çûn. Niha hilbijatin qedîyan. Niha wextê vekirina rûpelekî nû hat. Ez wisa difikirim. Ezê bi birêz Merkel re temamê mijaran bê vir de wêde biaxifim. Em wisa difikirin: Elmanya stûna Ewrûpa ye. Tirkîye jî stûna deverê ye. Ji ber vê yekê têkiliyê Tirkîye bi Ewrûpa û Elmanya re zaf girînge. Ev ne tenê ji bo têkiliyên Ewrûpa-Tirkîyê girînge ev bi bo welatîyên me yên kû li Ewrûpa hejmara wan gîhaye 4 mîlyonan jî pir girînge. Werin em rûpelekî din vekin. Em tiştên berê ji bîr bikin û li pêşeroja xwe binerin û têkiliyên xwe berfirehtir û baştir bikin. (ÎLKHA)  

Bu haberler de ilginizi çekebilir