• DOLAR 32.455
  • EURO 34.829
  • ALTIN 2438.673
  • ...
"Tirkîye amadeye ku bi Hollanda re pêwendîyên xwe ji nûve binirxîne"
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Berdevkê Wezareta Karûbarên Derve yê Tirkîye Hamî Aksoy, pirsêk derbarê daxuyanîya Wezareta Karûbarên Derve ya Hollanda ya ku di heqê vekişandina Balyozxaneya wan ya Enqerê de bersivand.

Hamî Aksoy, wiha got: "Piştî qeyrana di Adara 2017de navbera Tirkîye û Hollanda de pêkhat ji bo pêwendîyên dinavbera me û Hollandayê de normal bibe hin hêvî û bendewarîyên me yên tê zanîn hene. Di çarçoveya mijarê de Tirkîye xwestibû ku Balyozxaneyê Hollanda yê Enqerê venegere Enqerê û wek şexsê nayê xwestin hatibû nîşandan. Mixabin ji wê tarîxê û pêde Balyozxanê Hollanda yê Enqerê venegerîya ser wezîfa xwe. Heger ji hêla Hollanda ve gavên hewceye bên avêtin em wek Tirkîye amadenin ku pêwendîyên xwe yên bi Hollanda re ji nûve binirxînin." (ÎLKHA) 

 

Bu haberler de ilginizi çekebilir