• DOLAR 32.455
  • EURO 34.829
  • ALTIN 2438.673
  • ...
Gundîyên li Çiyayê Darmikê ji ÎLKHAyê re axivîn
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Ew operasyona Efrînê ya ku ji teref TSKyê ve hatibû destpêkirin ev 14 roj ku berdewam dike. Di bergeha operasyonê de mewzîyên PKKê bênavber tên bombebarankirin.

Gundîyên ku ji ÎLKHAyê re axivîn diyar kirin mewzîyên PKKê tên bombebarankirin destnîşan kirin Çiyayê Darmikê ya biçûk hatiye bidestxistin û ya mezin jî tê bombebarankirin.

 "Çawa ku wan deran tevlî hev kirin dixwazin van deran jî xera bikin"

Xelîl Çelîkê ji niştecihên taxê  debarê mijarê de wiha axivî: "Hewil didin sehaya mayinan paqij bikin. Guleyan li ser mewzîyên PKKê de berdidin. Bi balafiran li girên herî jor bombebaran dikin û mewzîyên wan tên hilweşandin. Her roj bombebaran tê kirin."

Rustem Yildirimê ku ji ehlê gund e derbarê mijarê de diyar kir ew ji hemû tiştan re dibe şahid û wiha got: " Em ji wan kesan in ku dixwazin mesele hal bibe û bi dawî bibe. Elhamdulîllah em vê dixwazin. Çawa ku Iraq tevlî hev bû bi heman awayî Sûrî jî xera bû û xera dibe. Amerîka weke ku li wan deran dixwast dixwaze li van deran tevlîhev bike û xera bike. Dibe ku ew bi xwe ne li van deran be, lê wekîlên wî li vê derê ye û em baş dizanin ew wekîl kî ne."(ÎLKHA) 



























Bu haberler de ilginizi çekebilir