Dîmenên qezaya otobusê ya ku tê de 3 kesan jiyana xwe ji dest dan
Dîmenên qezaya ku li Uskudara Stenbolê pêk hat û tê de 3 kesan jiyana xwe ji dest dan û 5 kes jî birîndar bûn derket holê.
Weke ku tê zanîn îro otobusa navbajêr a bi plaqeya 34 VN 7071 a ku li Uskudarê sefera Ataşehîr-Kadikoyê dikir dema ku nêzîkî rawestgehê bû pêşî li otobusa li rawestgehê qelibî û dû re li peyayên ku li rawestgehê disekinîn qelibî û di qezayê de 3 kes jiyana xwe ji dest dan û 5 kes jî birîndar bûn.
Dîmenên dema qezayê derketin holê. Bi qasî di dîmenan de xuya dike otobus ji bo li mînîbusa pêşîya xwe neqelibe dîreksîyonê dizivirîne û li kesên ku li rawestgehê sekinîne diqelibe.(ÎLKHA)